Kayıtlar

Ağustos, 2019 tarihine ait yayınlar gösteriliyor

Têgeha Marxîst a 'biyanîbûn'ê û biyanîbûna Kurdan a li Kurdî

Di vê nivîsa xwe de em ê hewl bidin ku têgiha ‘’biyanîbûn’’ê ya di Marxîzmê de vebêjin û hewl bidin ku wê   ji nav kategoriyên ekonomîk û çînî derbixin û di nav nirxên kulturî û netewî de wateyeke nû   bidine û li ser têkiliyên serdest û bindestiyê biyanîbûna kurdan a li kurdî destnîşan bikin. ‘’Naxwe heya ku kiryarên mirovan ne li gorî pîvanên dildariyê lê   li gorî xweristê(xweza)   werin dabeş kirin li şûna ku mirov zalîtiyê li ser karê xwe bike ev çalakî vediguherê hêzeke ku   li dijî mirov radiweste û hêzeke biyanî ku mirov dike kole’’ (Îdeolojiya Alman, Marx-Engels, rp. 37) Di derbarê ‘’biyanîbûn’’ê de Marx- Engels di   berhema bi navê Îdelojiya Alman de wiha dibêjin. Mirov dikare ‘’xwerist’’ê wekî ‘’neçariyê’’, ‘’kotekiyê’’ jî bixwîne. Loma ‘’xwerist’’ hin zagonên derveyîn in ku mirov carinan nikare li hemberî hêza wê derkeve û ji bo vê jî neçar dimîne ku serî li ber hêza wê bitewîne. Ev serîtewandina li hemberî hêza xwezayê herwiha sînorên me yên ‘’azadiya pratîk’’ jî diy

Parrhesîaya Yewnana antîk û qedexebûna kurdî li Kurdistanê

Resim
Parrhesîaya Yewnana antîk û qedexebûna kurdî li Kurdistanê Şengul OGUR Mîchel Foucault   di payiza 1983ê de li zanîngeha Calîforniayê di derbarê têgiha parrhesîaya Yewnana antîk de semîneran dabû. Ev semînerên  Foucault  wekî pirtûkekê çap bû. Di beşê pêşî yê vê pirtûkê de  Faoucault  li ser berhemên  Eurîpîdes , di navbera sazîyên wekî azadî, perwerdehî, desthilatdarî û siyaseta heyî de, bi pêvajoyê re guherîna têgiha  parrhesîayê   dişopîne û vê guherînê bi awayekî ku me qanî bike radixe ber çavan. Parrhesîa wekî  "free speech"  hatîye wergerandin bo îngilîzî. Dema ku mirov bala xwe dide taybetmendîya parrhesîayê mirov dikare wê, ji hêla wateyî ve wekî‘ ’ axaftina azad’’  wergerîne kurdî jî. Parrhesîa   wekî   "rastgotinîyê"   hatîye wergerandin bo fransî û almanî jî. Bi ya min sedema wê jî ew e ku alman û fransizan bêhtir hêla sincî ya   parrhesîayê   dane ber çav û ya siyasî paşguh kirine. Lê îngilîzan jî bêhtir hêla wê ya siyasî dane ber çavan û li