Têgeha Marxîst a 'biyanîbûn'ê û biyanîbûna Kurdan a li Kurdî
Di vê nivîsa
xwe de em ê hewl bidin ku têgiha ‘’biyanîbûn’’ê ya di Marxîzmê de vebêjin û
hewl bidin ku wê ji nav kategoriyên
ekonomîk û çînî derbixin û di nav nirxên kulturî û netewî de wateyeke nû bidine û li ser têkiliyên serdest û bindestiyê
biyanîbûna kurdan a li kurdî destnîşan bikin.
‘’Naxwe heya
ku kiryarên mirovan ne li gorî pîvanên dildariyê lê li gorî xweristê(xweza) werin dabeş kirin li şûna ku mirov zalîtiyê
li ser karê xwe bike ev çalakî vediguherê hêzeke ku li dijî mirov radiweste û hêzeke biyanî ku
mirov dike kole’’ (Îdeolojiya Alman, Marx-Engels, rp. 37)
Di derbarê
‘’biyanîbûn’’ê de Marx- Engels di berhema bi navê Îdelojiya Alman de wiha
dibêjin.
Mirov dikare
‘’xwerist’’ê wekî ‘’neçariyê’’, ‘’kotekiyê’’ jî bixwîne. Loma ‘’xwerist’’ hin
zagonên derveyîn in ku mirov carinan nikare li hemberî hêza wê derkeve û ji bo vê
jî neçar dimîne ku serî li ber hêza wê bitewîne. Ev serîtewandina li hemberî
hêza xwezayê herwiha sînorên me yên ‘’azadiya pratîk’’ jî diyar dike û mirov
dike kole jî.
Ji
‘’kiryaran’’ mebesta Marx-Engels kiryarên di pêvajoya hilberîna maddî de ne. Ji
‘’kar’’ jî mebesta wan karê afirandineke madî ye.
Ango ew
dibêjin, heke kiryarên mirovan ên di pêvajoya hilberîna maddî de ne li gorî
pîvanên dildariyê bin û li şûna wê, mirov li gorî zagonên teqez ên diyarkirî
tevlî pêvajoya hilberînê bibe ango karê her kesî diyarkirî be û tim neçarî
kirina wî karî be, piştî demekê pêvajoya hilberînê, kiryarên mirov, berhema ku ji
karkirina mirov pêk tê, serwerî mirov
dibe û ev jî dibe ‘’hêzeke biyanî ku mirov dike kole’’
Ango li gorî
Marx- Engels ‘’biyanîbûn’’ rabûna
kontrola me ya li ser kiryarên mirov, li ser berhema mirov e û ji hêla berhema
mirov ve rêvebirina mirov e.
Lê ez ê li
ser ‘’biyanîbûn’’ê tenê heya vir;
(‘’biyanîbûn’’ rabûna kontrola me ya li ser kiryarên mirov, li ser berhema
mirov e) rahêjimê û (‘’biyanîbûn’’) ‘’ ji hêla berhema mirov ve rêvebirina
mirov e. ‘’ li derve bihêlim. Loma kategoriyên din en ‘’bîyanîbûnê’’ hene ku
êdî ji hêla berhema xwe ve mirov neyê birêvebirin jî ‘’biyabûn’’a mirov a bi
berhema mirov re pêk tê.
Ji ber ku
têgiha ‘’biyanîbûn’’a Marxîsmê bêhtir di nav çarçoweya hilberîna maddî de
hatiye pênase kirin, wan ji hêla berhema mirov ve kontrolbûna mirov jî li
‘’biyanîbûn’’ê zêde kirine. Lê hin
berhemên mirovan, civakan hene ku derveyî pêvajoya hilberîna maddî ne. Mînak;
ziman.
Ziman
berhemeke civakî ye ku di pêvajoya hilberîna maddî de wekî hewceyiyekê, bi
awayê ‘’berhema nerasterast ên tevgerên maddî’’ pêk hatiye û bi demê re ziman bûye hilgirê
kultur, epîstama wê civakê, bûye dînamîka veguhaztina kultur, epîstemê û
pêşkeftina wê ya di dîrokê de.
‘’Hilberîna
raman, feraset û hişmendiyê, beriya her tiştî rasterast girêdayî kiryarên maddî
yên mirovan in û girêdayî têkiliyên maddî yên beramberî hev, girêdayî zimanê
rasteqîn ên jiyanê ne. Hişmendî, raman û têkiliyên hişî yên beramberî hev, di
vê xalê de, wekî berhemên nerasterast ên tevgerên wan ên maddî rû didin.’’ (Îdeolojiya
Alman, rp. 24)
Ku di vê pêvajoya hilberîna maddî de ziman yek ji
‘’berhem’’a herî girîng a civakan e. ‘’Ziman, biqasî hişmendiyê kevn e,- ziman
hişmendiya pêşîn a pratîk û rasteqîn e ku ji bo mirovên din jî heye û naxwe ji
bo min jî heye. Eynî weke hişmendiyê, ziman jî encax bi pêdiviya danîna
têkiliyên bi mirovên din re, bi awayekî mecbûrî rû dide’’ (Îdeolojiya Alman,
rp. 33)
Naxwe ziman
herçiqasî ne ‘’berhem’’eke ‘’rasterast’’ a di pêvajoya hilberîna maddî de be
jî, ew di pêvajoya hilberîna maddî de, wekî berhemeke ‘’nerasterast’’ di pêvajoya hilberîna maddî de pêk tê û xweyî
karekterekî civakî ye.
Ku niha em pirsa xwe bikin: ‘’Gelo biyanîbûna li zimên çawa pêk
tê?’’
Em dîsa berê
xwe bidin ramanên Marx- Engels ên di derbarê bîyanîbûnê de, ku me di destpêka
nivîsa xwe de nivîsîbû: ‘’ ’Naxwe heya ku kiryarên mirovan ne li gorî pîvanên
dildariyê lê li gorî xweristê werin dabeş kirin li şûna ku mirov zalîtiyê
li ser karê xwe bike ev çalakî vediguherê hêzeke ku li dijî mirov radiweste û hêzeke biyanî ku
mirov dike kole’’
Heke em di
vê jêgirtinê de çend guhertine biçûk bikin, em ê gav bi gav bersiva pirsa xwe
bibînin. Li vir peyv ên ku em dixwazin
biguherînin, peyvên ‘’xwerist’’, ‘’kiryar’’ û ‘’kar’’ e. Em ê li şûna peyvên ‘’kiryar’’ û ‘’kar’’ê
peyva ‘’zimên’’ û li şûna peyva ‘’xwerist’’ê jî peyva ‘’daxwaza
dewletê/neteweyekê’’ û li şûna
‘’çalakiyê’’ jî ‘’axaftina bi zimanê xwe’’ û li şûna ‘’dabeşkirin’’ê jî
‘’dayîn’’ê bi cih bikin û careke din li
têgiha ‘’biyanîbûn’’ê binerin: ‘’ ’Naxwe heya ku zimanê mirovan ne li gorî
pîvanên dildariyê lê li gorî daxwaza
dewletê werin dayîn li şûna ku mirov
zalîtiyê li ser zimanê xwe bike ev çalakî(axaftina bi zimanê xwe) vediguherê
hêzeke ku li dijî mirov radiweste û
hêzeke biyanî ku mirov dike kole’’
Belê, aniha,
êdî em peyva ‘’biyanîbûn’’ê dikarin ji bo berhemên ku rasterast bi pêvajoya maddî ya hilberînê ve ne
girêdayîne jî girê bidin.
Jixwe Marx-
Engels têkiliya çîna serdest û ramanê destnîşan kirine: ‘’Ramanên çîna serdest,
di hemû serdeman de, ramanên serdest in, bi vegotineke dî, çîna ku hêza maddî
ya civakê ye, di heman demê de hêza serdest a ramanî ye jî. Çîna ku alavên
hilberînê yên maddî di destê xwe de digire, di heman demê de alavên hilberînê
jî di destê xwe de digire, ev ewqasî ketine nav hev ku ramanên kesên ku ji
alavên hilberînê ramanî bêpar mane
girêdayî wan in’’( Îdeolojiya Alman, Marx-Engels, rp. 51)
Li vir jî li
şûna ‘’çîn’’ mirov dikare ‘’netewe’’ , li şûna ‘’raman’’ê jî ‘’ziman’’, li şûna
‘’civak’’ê jî ‘’dewlet’’ deyne û wiha
bixwîne: ‘’Zimanê neteweya serdest, di hemû serdeman de, zimanê serdest e, bi
vegotineke dî, neteweya ku (xweyî) hêza maddî ya dewletê ye, di heman demê de
hêza serdest a zimanî ye jî.’’ Ango neteweya serdest bi mekanîzmaya dewleta
xwe, bi hêza çewisîner a dewletê zimanê xwe li neteweya bindest ferz dike û
zimanê neteweya bindest di biniya zimanê neteweya serdest de diçewisîne.
Marx- Engels
ne ku behsa têkiliyên neteweyan nakin. Ew dîsa di nav kategoriyên ekonomîk de,
li ser pêvajoya hilberîna maddî têkiliyên neteweyan destnîşan dikin: ‘’
Têkiliyên neteweyên ji hev cuda girêdayî wê ne ku bê ka hêzên hilberîner ên her
yek ji van neteweyan, dabeşbûna-kar û têkiliyên hundirîn çiqasî bi pêş
xistine.’’ (Îdeolojiya Alman, Marx- Engels, rp.20)
Li gorî vê
heke em li rewşa kurdan binerin,
têkiliya neteweya tirk û neteweya kurd ji hêla hêza kotekî ya dewleta tirk ve
diyar bûye. Di bin bandora vê hêza dewletî de, neteweya tirk serwerî neteweya
kurd bûye û ev serwerbûna netewî bi xwe re li gel serweriya gelek tiştên din,
serweriya zimanî jî aniye.
Vê serweriya
zimanî, li gel ku zimanê kurdî berhema miletê kurd e jî, kiriye ku kurd li
berhema xwe ango li zimanê xwe biyan bibin û nikaribin ew bi ‘’dildarî’’, bi
serbestî bi zimanê xwe bidin û bistînin, bi pêşxistina zimanê xwe , xwe, hişê
xwe, kultura xwe, wêjeya xwe bi pêş bixin. Vê serweriya zimanê tirkî ya li ser
zimanê kurdî kiriye ku di navbera kurdan û zimanê kurdî de biyanbîbûneke pêk
were. Loma ‘’biyanîbûn’’ me diyar kiribû ku rabûna kontrola me ya li ser
berhema miro e û ji bo ku ti kontrola me ya li ser ‘’berhem’’a me ango zimanê
me nemaye, em nikarin zalî vê’’berhem’’a xwe bibin, vê kiryara xwe bi ‘’dildarî’’ pêk bînin. Ji bo vê jî, vê ‘’biyanîbûn’’ê kiriye ku ev berhema neteweya
kurd; zimanê kurdî bibe hêza ku li dijî kurdan radiweste û kurdan dike koleyê
neteweya tirk.
26/09/2012
Şengul Ogur
Yorumlar
Yorum Gönder