Li her deverê derxistina zor û zehmetiyan

Beriya bi 4 salan ketim wê fikra ku di nivîskariyê de siûda xwe bicerîbinim. Pir baş bi bîra min tê, belê, piştî nîvroyeke yekşemê bû. Weke her carê, ez li aliyê derve ya kafeya li Frederîksberg Parkê rûniştibûm, ev der ji bo zarokan parkeke bêhempa ye, mîna cîhaneke çîrok û çîvanokan ku Qral û Qralîçe lê dijiyan; ji bo ciwanan li naverasta cimbişa mirovan parkeke şîrînok e, ku mirov wextekî xweş lê bibihurîne, ji bo zilamekî ku êdî ji ciwantiyê ketîye, li vê derê, hîseke wiha ya dilnimz a coşdariya bi kul û kovan heye, ya cîhanê û ya hemû tiştên xwemalî cîhanê, ew bi navûdengiya girambarî ya qiraliyetê ku mirov xweziya xwe pê tîne, li wê derê, ji bo qraliçiyê bûye bîranînek têkilî mêrê wê yê mirî û çilmîsî ye. Li wê derê weke her carê rûniştim û min qelûna xwe vêxist. Mixabin, tekane hêla hevşib a ku min keşf kirî, ya di navbeyna destpêkirina hewldana min a felsefî ya biçûk û zayina mûcizeyî ya wî lehengê dastanê ew bû ku her du jî li cihekî bêhnvedanê bûn. Ji bilî vê ti hevşibînek di navbeyna wan de nîne û li gel ku nivîskarê Parçeyên Felsefeyê me jî, ez ew çend ne girîng im, li derveyî wêjeyê jî dimînim, ti kedeke min lê çênebûye ku wêjeyê, ji hêla abonetiyê ve jî gavekê lê zêde bikim, heke mirov rast biştexile, li ser vê jî nebûme xwedî cihekî girîng.

Deh salên jiyana min bi xwendevaniyê bihiurîn. Her çendî ez î qet ne tiralî jî bûm, hemû çalakbûna min tenê weke çalakbûneke wurşedar bû; mijûlbûyinek e ku hê jî pir ketiyê wê me, belkû li ser mijarê hinekî pîtol bim. Min pir xwend, danê dî yê rojê ku ji min re dima min tortoretî dikir û difikirîm, yan jî bi fikirandinê min tortoretî dikir, lê hemû tenê ev bû; fêkiyên pêşî yên hilberîneriya min, bi zorê têra lêzimiyên min ên jiyana rojana dikir. Hêzeke qanihker ya ku jê nedihate fêhmê, ez tim digirtim, bi kotekî û bi dek û dolaban. Ev hêz tiraliya min bû. Ne weke besta evîneke coşdar, jê bêhtir bi ser rengê kehyayekî ve diçe ku mirov dide sekinandin, bi wê re hingî hûn li hev dikin, nayê bîra we ku hûn bizewicin. Bi kêmanî, ev qas jê zelal e, her çendî ne xerîbê wan tiştan bim ku jiyanê li mirov sivik dikin û ne xerîbê rehetiyê bim jî, di nav van de ya ku mirov pir rehettir dike tiralî ye.

Ha ez li wir rûniştibûm, min qelûna xwe dikuşkuşand û ketim nav fikir û ramanan. Li gel ramanên din ev bi bîra min tên: ''Tu êdî kal dibî.'' Min ji xwe re digot, ''Bêyî ku bibî ti tiştek, bêyî ku jidil xwe bidî ber tiştekî. Ji hêla dî ve, li derdorê, li kûderê binerî, di wêjeyê de û li jiyanê, tu nav û kesên navdar dibihîsî, tu zilamên wiha dibînî ku di neheqebên şohretê re bi jor ve hildikişin, di rojnameyên biriqî de bejn û bala xwe nîşan didin û her kes behsa wan dike; tu alîkarxwazên serdemê dibînî ku hin bi rêya trênan, hin bi omnîbûsan û çenteyan, hin bi telgrafan, hin jê, bi kurteya ku zû têne fêhmkirin a li ser tiştên ku hêjayî hînbûnê ne û bi vegotinên kurt, jiyanê her ku diçe hêsantir dikin û dizanin ku wê ji bo mirovahiyê sûdewar bin û dawiyê alîkarxwazên rasteqîn dibînî ku bi rêya ramanê hebûna giyanî her ku diçe hêsantir dikin û wê hê girîngtir dikin. Lê baş e tu çi dikî?'' Dema ku qelûna min vemirî û hewce bû ku yeka dî vêxim, tîrada min li vir hate birîn. Piştre dîsa min qelûna xwe kuşkuşand, wê navbeynê, bi carekê re fikrek weke birûskekê di serê min de veda: ''Divê tu tiştekî bikî, lê dema ku tu zerengiya xwe ya sînordar bînî ber çavan, wê ne pêkan be, ku bikaribî tişta ku hatî kirin hêsantir bikî, tu jî, weke yên din, bi coşiyeke mirovperwer, divê xwe bidî ber wê ku hin tiştên zortir bikî. ''Vê fikrê ez têra xwe kêfxweş kirim, her wiha dilê min xweş kir ku civak weke yên din, wê ji min jî hez bike û hurmetê bide min. Ji ber ku dema ku her kes bi rengekî ji bo ku her tiştî sivik bike tê cem hev, li holê tenê talokeyeke pêkan dimîne, ango rehetî ew çend bêhempa ye, dema ku hemû têne cem hev zêde tê, wê demê, ne kêmasiyeke ku mirov hay jê heye dimîne, tenê yek kêmasî dimîne: Mirov zorbûnê dixwazin, bi evîna mirovperweriyê û ji bêgaviya rewşa pê şermîn a berdest - ji ber ku min tiştek bi ser nexistibû û min nikarî ti tiştî ji rewşa heyî hêsantir bikim- û ji ber ku jidil ji wan kesên ku her tişt hêsan dikirin karîger dibûm, min li her deverê çêkirina tiştên zor ji xwe re mîna peywirekê danîbû. Ez ketim nav fikreke wiha sosret  ku ez deyndarî vê tiraliya xwe me yan na, ji bo ku ev peywir bikeve ser min. Weke lembeya Eleddîn, ne pêkan ku bû ku min ew dîtibe, wek ku tiraliya min ji bo ku kar hêsantir bikim dema hewce ji min vedişart û wiha tekane peywira mayî bi zorê da min.

Kîerkegaard

Yorumlar

Bu blogdaki popüler yayınlar

Têgeha Marxîst a 'biyanîbûn'ê û biyanîbûna Kurdan a li Kurdî