Em bi xwe dizanin, em ên zane, em bi xwe, bi xwe dizanin;
sedemeke vê ya baş heye. Me qet li xwe nepirsî- em ê çawa xwe bibînin rojekê? Dema ku digotin, ‘’gencîneya we li kûderê be dile
we jî li wir e’’ rast digotin; gencîneya me li wan kewarên mêşê hingiv e. Em
tim bi wir ve diçin, weke wan heywanên ku
ji zikmakî ve bi per û bask û mêşên hingiv ku tovê hingiv ê giyên tînin
ser hev; a rast tekane tişta ku em ji dil qîmetê pê didine ew e ku em ‘’tiştekî
li hêlînê deynin’’. Dema ku em werin ser aliye dî yê jiyanê, ku jê re ‘’jiyanîn’’
tê gotin, ji bo wê kî ji me bi dil e, çiqasî ji dil vê dixwazin? An jî çiqasî têra xwe dema me heye? Tirsa min ew e
ku ti caran bi temamî ‘’me xwe neda’’
tiştên wiha; dile me ne li wir bû, bi ser de guhê me jî! Jê wêdetir, weke wan
ên ketine qêlik de û li xalbûneke îlahî, dema ku bi dengê zimêniya naqoseke ku
saet tam li duwanzdeha nîvroyê dixe bi ser hişê xwe ve tên û dibêjin, ‘’ev dengê çi bû?’’, carinan em jî piştre guhê
xwe difirkînin, tim bi şaşî, tim bi şermînî dipirsin, ‘’Çi bû ya ku em jiyan’’
jê wêdetir ‘’a rast em kî ne?’’ û
weke ku min gotî em piştre dihesibînin dengê naqosa duwanzdehan ku dike zimênî,
ya jiyanîna xwe, ya jiyana xwe, bûneweriya
xwe- wax! bi ser de em bi şaşî dihesibînin.. Ji bêgavî em li xwe xerîb
dimînin, em xwe tênagihin, divê derbarê xwe em bişelişin, ji bo me ew gotina, ‘’mirov herî pir dûrî xwe ye’’ rast
e, heta hetayê- dema ku em werin ser mijara xwezanînê, em ne ‘’xwezan’’ in.
- Ramanên min ên li ser reheka
pêşdaraziyên me yên sincî, ku mijara vê polemîkê ev e- vegotinên xwe yên pêşî û tek tûk, di
koleksiyona aforîzmayan de, ya bi navê Bi Mirovî, Pir Mirovî, Pirtûka Ji Bo Giyanên
Azad xwe dîtin, weke bêhnvedana gerokekî dema ku sekinim û fersenda min
çêbû ku li xakên berfireh û bi taloke binerim, yên ku hişê min dabûne ber xwe,
wê zivistanê, li Sorrentoyê min dest bi nivîsandina wê kiribû. Zivistana
1876-77’an bû; lê raman ji beriya vê bûn. Di vê lêhûrbûnê de, ramanên ku ji nû
ve li wan hûr bûm, ji hîmê xwe ve weke wan ramanan in, em hêvî bikin, ew dema
dirêj ku ketî navbeynê, zêdetir ew gihandibin, zelal kiribin, qeyîm kiribin, ew kiribin xwedî
raye. Lê îro jî, bi hişkî dilsoziya min a bi wan, di vê dema bihurî de zêdetir
bi hev girtina wan, bi ser de, bi hev gerîna wan û ketina wan a nav hev, pê
ewlebûna min a bi kêfxweşî ya ji ber wê agahiya
ku kana xwe ji daxwaza hîmî ya wê
agahiyê digire, ku ji serî ve ji hev ne
cihê, ne serobero û ne tek û tûk, lê ji reheke hevpar, ji kûr ve serwer û her
ku diçe tûjtir diaxive û tiştên teqez dixwaze, qeyîmtir dike. Jixwe ya li
feylezofekî dikeve jî ev e. Çi heqê me tine ku em li ser mijarekê bi tena serê xwe bin: Bi tena serê xwe em ne dikarin bişelişin, ne jî bi tena serê
xwe em dikarin heqîqetê bibînin. Ramanên bi me re bêhtir mîna divêtiyên darên
ku fêkî didin geş dibin, hêjahiyên me, erê’yên me û na’yên me, heke û gelo’yên
me, hemû jî xizmên hev in, têkilî hev in û fêkiyên daxwazekê, ya
tendiristiyekê, ya xakekê û tavekê ne. Gelo wê bi dile we bin ev fêkiyên me? –Lê ji daran re çi! Ji Me re çi, ji me
feylezofan re çi!..
Bi fikareke tenê xwemalî min ya derbarê sincê, ku ji ber sedema têkilî wan hemû tiştên li cîhanê li ser navê sincê jê re li çepkan dabûn, ber pê nedihatim ku li xwe mikur werim -ev fikar di jiyana min de ew çend zû, wiha bêyî ezimandinê û bi rengekî ku nikaribim xwe li ber ragirim, bi derdora min re, bi jiyana min, bi mînakên min re, bi rehekên min re, bi dijberî xwe nîşan da, ez wê bi navê ''a prîorî'' bi nav bikim wê di cih de be- bêyî ku bi derengî bikeve gumana min û meraqa min, bêgav ma ku li ser wê pirsê raweste bê ka bi rastî kana qencî û neqenci'ya me kûder e. Pirsa kana neqenciyê hê di sêzdeh saliya min de serê min êşand: di wî temenî de ku ''dilê te, dema ku nîvî jê bi lîstikên zarokan û nîvî jê bi Xwedê dabeş bûbû'', mijara hewldana min a nivîsê ya pêşî ya bi zaroktî, ya ceribandina min a pêşî ya felsefî ya nivîskî ew bû - dema ku em werin ser ''çareseriya'' pirsê ya ku wê demê gihaştimê, min ew şeref, weke ku hewce dikir, bexşî Xwedê kiribû û min ew bi rengê bavê neqenci'yê diyar kiribû. ''A prîorî'' wiha ferman dabû? Ew ''a prîorî'' ya ku ne sincî bû, bi kêmanî ne sincxwaz bû û ew ''fermana bê şert'' a razdar, a bi temamî dijî Kant, ku ji ''a prîorî''yê bang dikir, bi dema bihurî re min zêdetir guh didayê û tenê bi guhdayinê jî nemabûm wax!..A soxî, bêyî ku bi derengî bikeve, ez hînî wê bûm ku pêşdaraziyên teolojîk ji pêşdaraziyên sincî cihê bikim û êdî min dev jê qeriya ku kana neqenciyê bavêjim aliyê dî. Hînbûna hinek dîrokê û fîlolojiyê û li bara hemû arîşeyên psîkolojîk bihistyarbûneke bi endazetî, di demeke kurt de arîşeya min veguheranda ser arîşeyeke dîtir: mirovîzade, bi kîjan şertan afirandibû ev nirxên qencî û neqenciyê? Û nirxê van darazên nirxî bixwe çi bû? Geşedana mirovîzadeyan heta niha asteng kiribû yan jê re bûbû destek? Ev nîşaneyên tengazariya jiyanê, hejariya jiyanê, pişaftina wê bûn? An, berevajî vê, dewlemendiya jiyanê, hêza wê, xwesteka wê, dilêriya wê, hêviya wê, dahatuya wê derdixist holê? Li ser vê min hin bersiv peyda kirin, min serdem, gel, mewkiyên civakî yên mirovan ji hev veqetandin, min pirsa xwe berfireh kir, bersivan pirs, lêkolîn, texmîn û dibêtiyên dî bi xwe re anîn; heta ku dawiyê min diyarekî xwe, xakeke xwe, cîhaneke veşartî ya mezin bûyî û dibişkivî, baxçeyên veşartî dîtî, ku kesî texmîna wê jî nedikir... Em ên zane, çawa jî şad û bextewar dibin, dema ku bi qasî ku hewce dike em dikarin bêdeng bimînin.
Pêşî ya ku bûyî sedem ku hîpotezên xwe yên têkilî reheka sincî biweşînim, pirtûkokek zelal, paqij û paq, biaqil û zane bû, ku celebekî berevajî û rêşaş yê resenî Ingilîzan yê hîpotezên seçereyê wiha bi zelalî li ber çavê min raxist, bi temamî, bi aliyê xwe yê dijî min û dûrî min bala min kişand. Navê pirtûkê Reheka Sincên Hîsî bû; nivîskarê wê Dr. Paul Rêe, 1877'an hatibû weşandin. Belkî beriya niha hîç pirtûkeke wiha min nexwendibû ku li dijî her hevokê wê derketibim, li dijî her pêdeçûna wê rabûbim, lê li gel vê jî bê ku jê bêzar bibim û bi bêsemaxî min xwendibe. Di wê berhemê de ku beriya niha jî min behsa wê kiribû û wê demê li ser dixebitîm, ku hewce dikir min cih dida hevokên vê pirtûkê û beleheq min ew bi bîr dixist, lê ne ji ber ku wan pûç bikim - çi karê min bi pûçkirinê heye! - jê bêhtir, weke ya ku li aqilê çêkirinê tê, bi wê mebestê ku li şûna ya ne pêkan e ya pêkan, hin caran jî, ji bo ku li şûna şaşîtiyekê yeka dî deynim. Weke ku min gotî, wan deman, ew hîpotezên rehekê ku mijara van lêhûrbûnên vir in, min cara pêşî raxistibûn ber ronkahiya rojê; lê bi rengekî wiha naşîtî ku bi kêmanî min dixwest ji xwe veşêrim, hê ji azadbûnê dûr, ji gotebejiyeke resenî xwe bêpar ya li ser van tiştên resen, bi lixwegerînan û şewişînan. Berfirehtir, bidin ber gotinên min ên li ser cotrabirduya qencî û neqenciyê ya pirtûka Mirovî Pir Mirovî, rp. 51 (carekê ji eniya esîlan, carekê ji eniya koleyan); her wiha bidin ber gotinên min ên li ser nirxê sincê êşxwaz û reheka wê, ya rp. 119'an, her wiha, bidin ber gotinên min en li ser ''sincê dab û nerîtî' ya rp. 78 82, II, 35'an, ku bi sincekî dêrintir û ya hê zûtir e û toto coelo (bi temamî) li derveyî şîroveya qencîkariyê dimîne (Dr. Rêe di vê de, weke hemû seçerekarê sincî yê Ingilîz, bi rengekî hazir şêwaza nirxandina sincî dibîne), her wiha bidin ber gotinên min ên rp. 74'an a Gerok, rp. 29, Zeraqa Berbangê, rp. 99'an, ên li ser reheka dadmendiyê, ya bi rengê hevtabûna hêzan ya ku kêm zêde weke hev in (hevsenga ku şertê hemû peymaman, ji bo vê jî ya hemû hiqûqê ye; her wiha bidin ber gotinên min ên li ser reheka cezayê ya rp. 25 û 34'an a di Gerok de (fonksiyona çavtirsandina cezayê, berevajî fikra Dr. Rêe, ne di sîsika cezayê de heye ne jî di reheka wê de, ev fonksiyon di bin hin şertan de piştre li cezayê hatiye barkirin, û her carê, her ku cihê wê hatiye, weke pêvekekê)
A rast wan deman di dilê min de li ser
reheka sincê, ji hîpotezkariya min an jî yên din wêdetir tiştekî hê girîngtir
hebû (a rastir: ji ber sedema ku ji ber ji gelek amûrên ku dibire armancê bi
reheka sincê re têkilar dibûm). A ku ez têkildar dikirim, nirxê sincê bû - û têkilî vê hema bibêje hewceyî pê hebû ku bi
mamosteyê xwe yê mezin Schopenhaûer re min hesabê xwe bidîta; ew pirtûk,
azweriya pirtûkê û nakokiya wê ya veşartî jî, weke ku li ber serê min be,
bangeke li Schopenhauer bû ( ji ber ku ew pirtûk jî ''polemîk'' bû). Mijar bi
taybetî jî tam jî mijara nirxên ajoya
navxwe yên ‘’ne li ya xwe’’, dilpêşewitînê, xweredkirinê û xwefedakirinê bû, ku
Schopenhauer heta ku di dest de bi rengê ‘’di xwe de nirx’’ bimînin, dixemiland, dikir
êzdayî, ‘’dikir cihana dîtir’’ û li ser van ji jiyanê û ji xwe re gotibû, Na. Lê
tam jî li dijî van ajoyên navxwe bi min re gumaneke wiha hebû ku her ku diçû
dibû waswaseke pêşî, her ku diçû ji kûr ve dixepart! Tam jî di vê rewşê de min
talokeya mezin a ji bo mirovahiyê didît, rengê herî berz ê xirandin û ji hiş birine
– lê ya çi? Ya netiştiyê? – tam jî di vir de min didît destpêka dawiyê,
rawestîna wê, westana ku bere awira wê li paş e, ketina nav eniya dij jiyanê ya daxwazê, agahdarkirina bi
dilovanî û xemgîniyê ya nexweşiya dawî: sincedilovaniyê ya ku her diçû
berbelavtir dibû û di feylezofan jî digeriya û ew pê nexweş diketin, min bi
rengê semseleta herî hêwilnak a çanda Ewropayê dît, ku ketine nav rewşeke ku ditoqînin.
Çanda Ewropayê di ser vê rêya fetlokî re ber bi Bûdîzmekê ve, ber bi ‘’Bûdîzma
Ewropî’’ – nîhîlîzmê ve diçû?.. Ji ber
ku ev helwesta feylezofan a modern, hilbijrtina dilovaniyê û berzkirina vê tiştekî nû ye; tam
jî, heta niha feylezof li ser bênirxbûna
dilovaniyê hevraman bûn. Navê Platon, Spînoza, La Rochefoucauld û Kant bidim
bes e: çar mêjiyên ku ji hev cihê lê li ser mijarekê ya wan yek: li ser mijara
kêmkirina dilovaniyê.
Heke ji vê nivîsê nayê fêhmkirin û bi guh xweş
nayê, sûcdarê vê, biya min, ne hema tenê ez im. Ev nivîs têra xwe zelal e, lê
li gor şertê ku min danî, bi şertê ku nivîsên min ên beriya vê bi xîretkarî
hatibin xwendin, ku bi rastî jî ne nivîsên wiha ne ku bi rehetî werin xwendin.
Mînak, em behsa '’Zerdeşt'’ê min bikin, kesekî ku li bara her peyveke wê
pirtûkê geh ji kûr ve birîndar nebûbe, geh heyranî wê nemabe, nahesibînim
ku ew nas kiribe: ji ber ku wê demê dibe
xwedî wê cihêkariyê ku ronkahiya rojê ya ku ji hêmana aram zaye, dûrahiya wê,
berzbûna wê û teqeziya wê, bi rengekî ku jê re kirnûş bibe, wê par ve bike. Di
hin rewşan de jî, aforîzma rê li ber zehmetiyan vedike: sedema vê ew e
ku bi têra xwe girîng nayê dîtin. Lê xwendina aforîzmayekê ya ku bi
hostayî hatiye danîn û li qalib hatiye xistin, nayê maneya ''dahurandin''a wê,
berevajî vê, tenê piştî ku hate xwendin şîrovekirina wê dikare dest pê bike û
ev, hewcehiyê bi hunera şîrovekirinê dibîne. Di lêhûrbûna sêyan a vê pirtûkê de,
min mestereyeke wî tiştî daye ku li vir jê re ''şîrove'' dibêjim - li serê wê
lêhûrbûnê aforîzmayek heye, lêhûrbûn bixwe, vekirina wê aforîzmayê ye. Bi
rengekî hunerî pêkanîna xwendinê beriya her tiştî, di roja berdest de bi temamî
hatiye jibîrkirin - ji ber vê jî ji bo ku nivîsên min 'bikaribin werin
xwendin'' hê zû ye - helbet, pêşbîniyekê dike, ji bo pêkanînê, hema hema çêlekbûnê, lê tiştekî ku
bi ti rengî nebûbûna ''mirovê modern'': kayinê..
Sîls-Marîa, Engadîna Banî,
Temûz 1887
Ev pirsa nirxê vê
dilovaniyê û sincê dilovaniyê (ez li dijî vê nermbûna hetikî ya hîsan a serdema
me me) destpêkê weke tiştekî qut, pirseke bi serê xwe xuya dike; lê kî hinekî
xwe li ber berde, li vir hînî pirsan
bike, tişta ku bi serê min hatî wê bi serê wan jî were: - wê bergeheke nû û
bêhempa li ber vebe, dibêtiyek mîna sergêjînekekê wê pê bigire, her cure pê ne
bawerî, waswasî, tirs wê derkeve holê, baweriya bi tevahiya sincê wê bihejije –
û dawiyê daxwazeke nû wê xwe bide bihîstîn. Çi ye ev daxwaza nû de ka em bibêjin: hewcehiya me bi rexnekirineke nirxên sincî heye, beriya her tiştî divê nirxê van nirxan em bidin ber pirsan – û ji
bo ku ev were kirin jî derbarê wan rewş û şertan ku ev nirx lê çêdibin, geş
dibin, maneyen wan diguherin (sincê bi rengê encamê, semselet, maske, dirûtî,
nexweşî û şaşfêhmkirinê; û sincê bi rengê sedem, derman, hişyarîdêr, sînordar û
jehrê) hewcehiya me bi agahiyeke wiha heye ku heta niha çênebûye, nehatiye
xwestin. Ev nirxê ‘nirx’an, weke ku li ber destan hazir bin, rasteqîn bin, li
derî hemû lêpirsînan bin hate dîtin; ji hela pêşvebirina mirov, sûdewariya wê,
geşbûna wê (dahatuya mirov jî di nêv de), bêyî ku bi qasî derziyê jî guman jê
were kirin û bê rawest, heta niha nirxê ‘’qencî’’yê
ji yê‘’neqenciyê’’ zêdetir hate dîtin. Lê ku
berevaniya wê rast be? Lê ku ‘’qenc’’ bi semseleta paşveçûyinê be, her wiha di
xwe de talokeyekê, ji rêderxistinekê, jehrekê û tiryakeke vehewîne ku dike li ser pişta dahatuyê îro were jiyîn?
Belkî jiyaneke hê rehettir, kêm taloke lê her wiha berteng û astkêm be?.. Lê ku ti caran
nikarin bigihijin wê qudreta herî bilind
û debdebeyê ya ji bo celebe mirovan pêkan e û sûcdarê vê wê sinc be? Lê ku
sinc mezintirî taloke be?
Sîls-Marîa, Engadîna Banî,
Temûz 1887
Wergera ji Tirkî; Şengul Ogur
Yorumlar
Yorum Gönder