Parrhesîaya Yewnana antîk û qedexebûna kurdî li Kurdistanê

Parrhesîaya Yewnana antîk û qedexebûna kurdî li Kurdistanê

Şengul OGUR
Mîchel Foucault di payiza 1983ê de li zanîngeha Calîforniayê di derbarê têgiha parrhesîaya Yewnana antîk de semîneran dabû. Ev semînerên Foucault wekî pirtûkekê çap bû.
Di beşê pêşî yê vê pirtûkê de Faoucault li ser berhemên Eurîpîdes, di navbera sazîyên wekî azadî, perwerdehî, desthilatdarî û siyaseta heyî de, bi pêvajoyê re guherîna têgiha parrhesîayê dişopîne û vê guherînê bi awayekî ku me qanî bike radixe ber çavan.
Parrhesîa wekî "free speech" hatîye wergerandin bo îngilîzî. Dema ku mirov bala xwe dide taybetmendîya parrhesîayê mirov dikare wê, ji hêla wateyî ve wekî‘ ’axaftina azad’’ wergerîne kurdî jî.Parrhesîa wekî "rastgotinîyê" hatîye wergerandin bo fransî û almanî jî. Bi ya min sedema wê jî ew e ku alman û fransizan bêhtir hêla sincî ya parrhesîayê dane ber çav û ya siyasî paşguh kirine. Lê îngilîzan jî bêhtir hêla wê ya siyasî dane ber çavan û li gorî vê jî ew wekî"axaftina azad" wergerandine. Ku ez raya xwe bibêjim parrhesîa berîya taybetmendiya xwe ya etîkî (rastgotinîyê)ew berîya her tiştî xweyî wateyeke siyasî ye (axaftina azad). Loma parrhesîa mafek e û ku ji hêla zagonan ve ev maf hatîye diyar kirin ka kî dikare vî mafî bi kar bîne û kî ji vî mafî bêpar e. Helbet, sînordarkirina mafan a ji hêla zagonan ve bi demê re hin têgihiştin û rêbazên etîk jî bi xwe re tîne. Ji bo bandora diyarker a hêla siyasî ez wateya etîkî ya parrhesîayê wekî dûvelinga wateya wê ya siyasî dibînim û bi dilekî rehet têgiha parrhesîayê wekî "axaftina azad" werdigerînim kurdî.
Parrhesîa ji hêla etîmolojîk ve ji parrhesîazesthaî tê - ku ji pevgihîna pan(her tişt) û rhêma(ya hatî gotin)- ku tê wateya "vegotina her tiştî" ( Mîchel Foucault; Axaftina Azad, r. 10)


Yewnana antîk
Lê parrhesîa mafek e; ango her kes nikare her tiştî bibêje. Mînak biyanî, kole, jin û zarokên wan nikarin parrhesîayê bi kar bînin, yanî ew nikarin hest û ramanên xwe yê di derbarê bûyerekê de vebêjin. Zagonan ew maf ji wan standine. Ew ne xweyî karîn û şiyana bikaranîna parrhesîayê ne. Mafê bikaranîna parrhesîayê statûyeke civakî ya bilind dixwaze ku ev jî ji hêla zagonan ve hatine diyar kirin. Ji bilî jin, biyanî, kole û zarokên wan ku nikarin mafê parrhesîayê bi kar bînin herwiha kesên ku ne xweyî navekî paqij ê sincî jî bin nikarin vî mafî bi kar bînin. Hemwelatîbûyina sîteyê ji bo mafê bikaranîna parrhesîayê her çiqasî şertê sereke û bingehîn be jî, ji bo bikaranîna mafê axaftina azad, rastgoyîyê, ne bes e; loma herwiha ew kesê hemwelatîyê sîteyê ye divê ji malbata xwe navekî lewitî newergirtibe, divê navê bêşerefiyê bi dû neketibe. Helbet ber bi şerê Sparta û Atînayê ve têgiha parrhesîayê li gel şertê hemwelatîbûnê, navekî paqij ango şertên xweyîbûna prensîbên sincî, şertê zanînê jî bi xwe re tîne.
Ku em bi giştî lê binerin ji bo mirov bikaribe mafê parrhesîayê bi kar bîne; 
1)
 Hemwelatîbûna sîteyê (bi şertê ku nebiyanî jî be),
2) Xweyîbûna li prensîbên sincî, 3) Zanîn, hewce ne.
Li gorî rewşa sazîyên perwerdehî, azadî, siyasî, desthilatdariyê, bi demê re mafê parrhesîayê diguhere. Jixwe Foucault dibêje kêfareta min ew e ku ez bidim nîşandan bê çawa hînbûn, tevgerên ji rêzê, tiştên ‘’bêdeng’’ ên mirovan di navbera sazîyên navborî de çawa krîzê pêk tîne û dibe pirsgirêkek. (Mîcheal Focucault; Axaftina Azad, r. 61)

Mîchel Focucault (1926-1984)
Mînak di Îona Eurîpîdes de ji bo ku Apollon ji atînayîyan bêhtir nêzîkî spartayîyan bû Eurîpîdes desthilatdarîya parrhesîayê ji Apollon distîne û navenda heqîqetê jî ji Delphoîyê tîne Atînayê. Bi vê guherînê re êdî hînbûna heqîqetê ji yezdanan derbasî mirovan, ji remildaran derbasî hemwelatîyên Atînayê dibe. (Mîchel Foucault; Axaftina Azad, r. 30-47)
Di Orestesa Eurîpîdes de jî parrhesîa bi bandora şerê atînayîyan û spartayîyan dikeve krîzê û şertê zanînê li xwe bar dike û qada bikaranîna mafê parrhesîayê bertengtir dibe. Loma di rewşên şer de, di rewşên ku rejîma demokratîk ketiye krîzê de her kes parrhesîayê bi kar bîne ji bo rejîmê wekî tiştekî nebaş tê nirxandin.(Mîchel Foucault, Axaftina Azad, r. 47-61)
Ango li gorî rewşên polîtîk mafê herî xwezayî, tevgerên hînbûyî dibin pirsgirêk û mirov ji hin mafên herî însanî jî bêpar dimîne.
Mafê bikaranîna parrhesîayê ji bo mirovên yewnanan xweyî çi wateyê be mafê bikaranîna kurdî jî ji bo kurdan tê heman wateyê. Lê di mijara bikaranîna parrhesîayê û kurdî de mirovên yewnan ji kurdan bisiûdtir in; loma kesên xweyî şertên diyarkirî bûn dikarîbûn mafê parrhesîayê bi kar bînin lê dema ku mirov li kurdan dinêre ti kurdekî ku karibe mafê axaftin û hînbûna kurdî bi kar bîne heya berîya bi demeke nêz jî nebû û hê jî di salonên dadgehan de mikrofon li kurdî tê girtin, hê jî di dibistanan de dema ku zarok di polê de bi kurdî diaxivin mamosteyê wan bi awir û rotên xwe rê li ber axaftina bi kurdî digirin. Ango li Yewnana antîk koleyên ku nikarîbûn mafê parrhesîayê bi kar bînin çi bin, li Kurdistanê jî kurd heman tişt in; statûya kole û biyanîyên ji mafê parrhesîayê bêpar çi bin, kurdên ku nikarin kurdî bi kar bînin jî ji bo dewleta tirk heman tişt in; ango kurd li Kurdistanê di statûya koleyan de ne û li welatê xwe ‘’biyanî’’ ne. Loma li Yewnana antîk ‘’kole’’ û ‘’biyanî’’ ji mafê bikaranîna parrhesîayê; ango ji mafê axaftinê, axaftina azad, rexnekirinê, rastgotinê bêpar in û çawa ku di Bakhaî û Elektraya Eûrîpîdes de bikaranîna parrhesîayê xweyî rîsk be (Mîchel Foucault, Axaftina Azad, r. 26-30) axaftina bi kurdî jî xweyî rîsk e ku mirovan dixe zindanan, dixe nav destên îşkencekaran, mirovan dixe bin goran.
Ji bo ku ez destnîşan bikim bê qedexebûna kurdî bi awayekî berbiçav tê çi wateyê, ez ê hinekî behsa berhema bi navê Jinên Fenîkeyî ya Eurîpîdes bikim û çend diyalogên Îokaste û kurê wê Polyneîkes par ve bikim. Di vê diyalogê de em ê bibînin ku kurd li welatê xwe biyanî ne û statûya wan statûya jêr-kole ye. Ango kurd li gel ku li welatê xwe dijîn jî ew ji welatê xwe sirgunkirî ne, loma di yewnana antîk de kesê ku sirgunî sîteyeke din dibe, li sîteya nû, li biyanîstanê ne xweyî mafê parrhesîayê ye ango ew kesê sirgunkirî, ew kesên biyanî, li biyanîstanê nikare hest û ramanê xwe bi azadî bibêje; nikare biaxive. Ji bo ku yewnanîyek karibe mafê parrhesîyê bi kar bîne berîya her tiştî divê ew hemwelatî be, divê xweyî şerefeke paqij be, divê ne kole û jin û zarokên koleyan be, divê ne biyanî be, divê zana be.
Li gorî vê ji bo mafê axaftina azad a kurdan nîne, em dikarin bibêjin ku kurd li welatê xwe biyanî ne, kole ne, ji hêla statûya civakî ve li paşmayî ne, ji gorî zagona serwerîya tirkan kurd ne xweyî prensîbên sincî ne ku karibin bi zimanê xwe biaxivin, ne xweyî wê zanînê jî.
Lê berîya damezirîna serwerîya dewleta tirk a li Kurdistanê ti krîzeke mafê axaftina bi kurdî nebû. Piştî serwerîya tirkan li Kurdistanê ava bû, roj bi roj tevger, hînbûn, hewldan, mafên herî rewa ên kurdan bûne pirsgirêk. Di kurdî de krîzek pêk hat. Kurdî bû krîz û serwerîya tirkan bo vê krîzê ji holê rake her cure zext û zordarî ceriband. Lê hê jî li Kurdistanê, li Tirkîyeyê mikrofon li kurdî têne girtin, hê jî ji navenda serwerîyê daxuyanî tê dayîn ku, ‘’kurdî ne zimanê şaristanîyê ye’’, hê jî tê gotin ku, ‘’ne pêkan e bi kurdî perwerdehî bibe’’, hê jî tê gotin ku; ‘’kurdî encax dikare bibe dersa hilbijarkî’’ û hwd. Lê kurd jî hê jî ji bo ku vî mafî; mafê axaftina bi kurdî; mafê axaftina azad bi kar bînin berdêlan didin; têne girtin, êşkencekirin û kuştin.
JINÊN FENÎKEYÎ; DÎYALOGA ÎOKASTE Û POLYNEÎKES
Mijara lîstika Jinên Fenîkeyî ya Eurîpîdes pevçûna desthilatdarîyê ya di navbera du birayan de ye; Eteokles, Polyneîkes. Her dû bira ji bo ku pêşî li gotinê xefzan bigirin ku ew ê ji bo desthilatdariyê pev biçin di navbera xwe de peymanê datînin da ku bi awayekî dorveger sal bi sal desthilatdarîya Thebaîyê bi dest hev ve berdin. Lê Eteokles sonda xwe bi cih nayîne û desthilatdarîyê bi dest birayê xwe Polyneîkes ve bernade. Ji bo vê jî Polyneîkes li hemberî birayê xwe dikeve amedakarîya şer û ji welatê xwe sirgûn dibe.


Eurîpîdes (b.z. 480-406)
Lê diya wan Îokaste dikeve navbera wan û wan qanî dike da ku agirbestê di navbera xwe de bikin. Dema ku Îokaste wan qanî dike û Polyneîkes ji sirgûnîyê vedigere, diya wî herî pêşî pirsa rewşa sirgûnê jê dike bê rewşeke zor bû yan na. Polyneîkes bersiva; "ji her tiştî zortir bû" dide diya xwe. Sedema zorbûna wê jî ew biparrhesîayê ve girêdide. Loma Polyneîkes li sirgûnîyê yekî biyanî bû û mafê wî yê bikaranîna parrhesîayê nîn bû; ango Polyneîekesne xweyî wî mafî bû ku bikaribûya hest û ramanên xwe bi azadî derbibira. Ji bo vê jî Polyneîkes bêparmayina ji mafê parrhesîayêdişibîne rewşa koleyan û diya wî Îokasteyê jî bêparmayina ji parrhesîayê dişibîne rewşa dînbûnê û wê wekî nexweşîyê bi nav dike.
Heke bêparmayina ji mafê parr-hesîayê ango qedexebûna derbirîna hest û ramanê koletî be, dînker be û nexweşî be gelo ji bo kurdan bêparmayina ji mafê axaftin, nivîsandin, perwerdehîya bi zimanê kurdî çi ye û divê mirov vê rewşê di nav kîjan kategorîyê de bi cih bike?
Ez ji vê statûya kurdan re ku nikarin li welatê xwe bi zimanê xwe biaxivin, statûya jêr-koledibêjim. Polyneîkes ji welatê xwe bi der e, biyanî ye û ji mafê parrhesîayê bêpar e lê kurd li welatê xwe ne lê li welatê xwe biyanî, li welatê xwe sirgûnkirî ne ku nikarin mafê bikaranîna kurdî bi kar bînin.
Ez dorê didim diyaloga di navbera Îokaste û Polyneîkes de û xwe kerr dikim:
ÎOKASTE: Berîya her tiştî, tiştê ku dixwazim jê serwext bibim ev e: Jiyana sirgûnîyê çawa ye? Şerpezetîyeke mezin e?
POLYNEÎKES: Ya herî mezin e…Ji ya ku hatiye gotin gelekî qambaxtir e.
ÎOKASTE: Ji kîjan hêlê ve kambax e? Çi ye ya ku dilê kesê mişextkirî herî pir diêşîne?
POLYNEÎKES: Dizanî ya herî qambax çi ye? Mirov ji mafê axaftina azad bêpar e (En men megîston, ouk ekheî parrhesîa)
ÎOKASTE: Bêparmayina ji mafê derbirîna ramanê..Ev dişibe jiyana koleyan.
POLYNEÎKES: Însan neçar dimîne ku bêaqilîyên rêveberan ragire.
ÎOKASTE: Lihevrasthatina bi dînan re a di dîtinîya wan de.. Ev mirovan nexweş dike.
POLYNEÎKES: Însan di ber berjwendîya xwe de li dijî xwezaya xwe derdikeve û bi vî awayî dibe kole. (Mîchel Foulcault; Axaftina Azad, r. 23-24)

Çavkanî: Le Monde Diplomatique, Adar, hejmar 40)

Yorumlar

Bu blogdaki popüler yayınlar

Têgeha Marxîst a 'biyanîbûn'ê û biyanîbûna Kurdan a li Kurdî

Li her deverê derxistina zor û zehmetiyan