Kayıtlar

Mart, 2019 tarihine ait yayınlar gösteriliyor

Guhdarî min bin! Ji ber ku ez ne ew an jî ev im! Beriya her tiştî bi hine dî re min neşilişînin!

Bi rawêja ku di nêz de bi îddîaya herî dijwar ku berê xwe daye wê ez ê derkevim pêşberî mirovahiyê bivê-nevê divê ez bibêjim bê ka ez kî me. Ji hîmî ve divê ev were zanîn: ji ber ku, ne ku ''nasnameya xwe vedişêrim''. Lê bêrêjêtiya di navbeyna mezinbûna peywira min û biçûkbûna hevçaxê min de ji vir diyar dibe, ne ez seh kirime û ne jî dîtime. Ez ji kîsê xwe dijîm, dibe ku jiyana min tenê pêşdaraziyek be...Ji bo ku ez bi xwe bidim bawerkirin ku ez najîm , tenê bi ronakbîrekî re ku havînî têne Engadîna Banî, biştexilim bes e...Di nav van şertan de peywireke wiha dikeve ser milê min ku dike hînbûyinên min û reftarên min bêhtir li ser şanaziya ajoyên min ên navxwe serî rakin, gotina vê li min dikeve: Guhdarî min bin! Ji ber ku ez ne ew an jî ev im! Beriya her tiştî bi hine dî re min neşilişînin! Mînak, bi mîsogerî ez ne reşeyek, an jî cinawirê sincê me. Bi ser de, hevîrê min berevajiyê şêwaza wî mirovî ye ku bi xawênê hatiye rûmetdarkirin. Bila di navbeyna me de bimî
Em bi xwe dizanin, em ên zane, em bi xwe, bi xwe dizanin; sedemeke vê ya baş heye. Me qet li xwe nepirsî- em ê çawa xwe bibînin rojekê? Dema ku digotin, ‘’gencîneya we li kûderê be dile we jî li wir e’’ rast digotin; gencîneya me li wan kewarên mêşê hingiv e. Em tim bi wir ve diçin, weke wan heywanên ku   ji zikmakî ve bi per û bask û mêşên hingiv ku tovê hingiv ê giyên tînin ser hev; a rast tekane tişta ku em ji dil qîmetê pê didine ew e ku em ‘’tiştekî li hêlînê deynin’’. Dema ku em werin ser aliye dî yê jiyanê, ku jê re ‘’jiyanîn’’ tê gotin, ji bo wê kî ji me bi dil e, çiqasî ji dil vê dixwazin? An jî   çiqasî têra xwe dema me heye? Tirsa min ew e ku   ti caran bi temamî ‘’me xwe neda’’ tiştên wiha; dile me ne li wir bû, bi ser de guhê me jî! Jê wêdetir, weke wan ên ketine qêlik de û li xalbûneke îlahî, dema ku bi dengê zimêniya naqoseke ku saet tam li duwanzdeha nîvroyê dixe bi ser hişê xwe ve tên û dibêjin, ‘’ev dengê çi bû?’’, carinan em jî piştre guhê xwe difirkînin, tim bi ş

Li her deverê derxistina zor û zehmetiyan

Beriya bi 4 salan ketim wê fikra ku di nivîskariyê de siûda xwe bicerîbinim. Pir baş bi bîra min tê, belê, piştî nîvroyeke yekşemê bû. Weke her carê, ez li aliyê derve ya kafeya li Frederîksberg Parkê rûniştibûm, ev der ji bo zarokan parkeke bêhempa ye, mîna cîhaneke çîrok û çîvanokan ku Qral û Qralîçe lê dijiyan; ji bo ciwanan li naverasta cimbişa mirovan parkeke şîrînok e, ku mirov wextekî xweş lê bibihurîne, ji bo zilamekî ku êdî ji ciwantiyê ketîye, li vê derê, hîseke wiha ya dilnimz a coşdariya bi kul û kovan heye, ya cîhanê û ya hemû tiştên xwemalî cîhanê, ew bi navûdengiya girambarî ya qiraliyetê ku mirov xweziya xwe pê tîne, li wê derê, ji bo qraliçiyê bûye bîranînek têkilî mêrê wê yê mirî û çilmîsî ye. Li wê derê weke her carê rûniştim û min qelûna xwe vêxist. Mixabin, tekane hêla hevşib a ku min keşf kirî, ya di navbeyna destpêkirina hewldana min a felsefî ya biçûk û zayina mûcizeyî ya wî lehengê dastanê ew bû ku her du jî li cihekî bêhnvedanê bûn. Ji bilî vê ti hevşibînek di