Guhdarî min bin! Ji ber ku ez ne ew an jî ev im! Beriya her tiştî bi hine dî re min neşilişînin!


Bi rawêja ku di nêz de bi îddîaya herî dijwar ku berê xwe daye wê ez ê derkevim pêşberî mirovahiyê bivê-nevê divê ez bibêjim bê ka ez kî me. Ji hîmî ve divê ev were zanîn: ji ber ku, ne ku ''nasnameya xwe vedişêrim''. Lê bêrêjêtiya di navbeyna mezinbûna peywira min û biçûkbûna hevçaxê min de ji vir diyar dibe, ne ez seh kirime û ne jî dîtime. Ez ji kîsê xwe dijîm, dibe ku jiyana min tenê pêşdaraziyek be...Ji bo ku ez bi xwe bidim bawerkirin ku ez najîm, tenê bi ronakbîrekî re ku havînî têne Engadîna Banî, biştexilim bes e...Di nav van şertan de peywireke wiha dikeve ser milê min ku dike hînbûyinên min û reftarên min bêhtir li ser şanaziya ajoyên min ên navxwe serî rakin, gotina vê li min dikeve: Guhdarî min bin! Ji ber ku ez ne ew an jî ev im! Beriya her tiştî bi hine dî re min neşilişînin!

Mînak, bi mîsogerî ez ne reşeyek, an jî cinawirê sincê me. Bi ser de, hevîrê min berevajiyê şêwaza wî mirovî ye ku bi xawênê hatiye rûmetdarkirin. Bila di navbeyna me de bimîne, ji min ve wilo xuya dike ,tam jî ya ku li şanaziya min xweş tê ev e. Ez berdestikê feylezof Dîonyssos im, li şûna ku bibim Satyr, bi min çêtir e ku bibim ewliya. Lê bes bila ev nivîs were xwendin. Dibe ku armanca vê nivîsê tenê ew e ku vê dijberîbûnê bi rengekî kêfxweş û mirovî vebêje, dibe ku di vê de serfiraz jî bûbim. ''Rastkirin''a mirovahiyê wê bibûya tişta dawî ku (min) qewl li ser vê bidaya. Ez ê senemên nû nedeynim; ên berê bila hîn bibin bê ka tê çi maneyê ku mirov bibe xwediyê pîjaqên ji heriyê. Qelibandina seneman ( ez ji wan re ''îdeal'' dibêjim) - ya ku herî pir li sinetê min tê ev e. Mirovan cîhaneke îdeal li hev anîn û nirxê rasteqîniyê, maneya wê, rastiya wê qedandin... ''Cîhana rastî'' û ''cîhana berdest''; bi rengekî zelal; cîhana ku li hev anîne û rasteqînî.. Derewa ku jê re îdeal dibêjin heta niha mîna bêqidoşiyekê bû, ku kûmişîbû ser rasteqîniyê, mirovahî, bi vê rêyê heta bi kûrahiya ajoyên navxwe hatin xapandin, kete ser şaşiyê; heta ku ji nirxê berevajî re biperize, ku weke hîmê bilindbûnê, dahatuyê, heqê berz ê li ser dahatuyê hatî hesibandin, vê domand.

Ên ku hewaya nivîsên min hilmijandin, dizanin ku ev hewaya cihekî bilind e, hewayeke hişk e. Mirov divê li gorî van hewayan çêbûbe an na talokeyeke mezin e ku mirov jê serma bigire. Qeşa nêz, tenêtî kambax e - lê çawa jî her tişt di nav ronkahiyê de dinive! Mirov çawa jî bi azadî dihilmije! Hîs dike ku çawa gelek tişt li jêr hiştine. Felsefe, bi qasî ku heta niha bi ber ketime û jiyame, bi dildarî jiyana li çiyayên bilind û li qeşayan e - lêgerîna li wan hemû tiştên biyan û ber pirsê ne, yên di bûneweriyê de û ya hemû tiştên ku heta niha sincê ew darizandine. Ji tecrûbeya min a dirêj a ji gerên min ên di nav qedexeyan de ez hîn bûm, sedemên ku heta niha kirine sincî û hatiye îdealîzekirin ji yên ku têne xwestin, zêdetir cihê hatine dîtin. Çîroka veşartî ya feylezofan, psîkolojiya mirovên mezin ji min ve ronî bû. Aqil dikare çiqas rastiyan ragire, dikare xwe bide ber çiqas rastiyan? Pê re pê re ev ji bo min bû pîvana sereke ya nirxê. Şaşî (­­­ -baweriya bi ya îdeal -) ne korbûn e, şaşbûn tirsonekîbûn e..Di agahiyê de her destkeftî, ji wêrekiya gaveke ber bi pêş ve; ji hişkbûna li bara xwe û ji dirûstbûnê tê...Ez îdealan pûç nakim, tenê li dijî wan lepikan dixim destê xwe... Nîtîmur în vetîtum: Bi vê gotebêjiyê îro felsefeya min wê bi ser bikeve, ji ber ku heta niha bi rêgezî tim rastî qedexe kirin.
Di nav nivîsên min de Zerdeştê min xwedî cihê xwe yê cihê ye. Bi wê, ji nav wan diyariyên ku heta niha dane mirovahiyê, min, a herî mezin daye. Ev pirtûk bi dengê xwe yê ku ji hezaran salan dibihure, ne tenê pirtûka herî berz e ku hatiye nivîsîn, a esil, pirtûka-hewayên bilind e – wiha, diyardeya mirov bi dûrahiyên pir zede li jêrê hiştiye- heman demê, pirtûka herî kûr e,  ji gencîneya herî kûr a rastiyê çêbûye, bîreke wiha ye ku naçike, ti dêwla ku tê hatiye hincan, bêyî ku bi zêr û qenciyê tije bibe, jê dernakeve. Li vir ê ku diaxive ne ‘’mesîh’’ e, ne jî ew nexweşiya ku jê re danêrê dîn tê gotin û ne jî hevkariya hêwilnak a xwestina hêzê. Ji bo ku mirov neheqiyeke ku dilê mirov bişewitîne li zanabûna wê neke, beriya her tiştî divê mirov vî dengî, vî dengê sekan bi rastî jî bibihîse. ‘’Peyvên herî bêdeng in ên ku bagerê tînin, ew ramanên ku bi gavên kevokan tên, rê ve dibin cîhanê-‘’

Hejîr dikevin ji daran, gihayî û şîrîn; sor in, qaşûlên wan ji wan dibin dema ku dikevin. Ez bayê kur im ji bo hejîrên gihayî.

Weke hejîran  dikevine ber we ev doktrin dostên min: naxwe ji avên wan vexwin, goştê wê yê şîrîn bixwin! Va ye payiz, ezmanekî paqij û dawiya nîvroyê-

Li vir ne yekî fanatîk diştexile, li vir kes ‘‘weaz’’an nake, li vir em li baweriyê nagerin: ji pirbûneke bêdawî ya ronkahiyê û ji kûrahiya şadiyê dilop dilop dikevin ev peyv – bi tempoya vê axaftinê bi giraniyeke nerm e. Tiştên weke vê ji bo kesên bijarte ne, li vir cihêtiyek e ku mirov bibe guhdarek; ne ji qeweta her kesî ye ku guh bide Zerdeşt… Li gel vê jî Zerdeşt nabe yekî ku ‘’ji rê derdixîne’’?.. Lê ew cara pêşî dema dîsa li tenêtiya xwe vedigere çi dibêje? Berevajî gotina ya ‘’zana’’yekî, ya ‘’welî’’, ‘’rizgarkarekî’’ û dêcadentekî dî ku di heman rewşê de wê bibêjin… Ew ne ku tene cihê diaxive, ew, her wiha cihê ye jî.

Ez bi tena serê xwe diçim niha, ey berdestikên min! Hûn jî biçin êdî, bi tena serê xwe biçin! Ez wiha dixwazim.

Ji min dûr bikevin û li ber Zerdeşt rabin! A baş: jê fedî bikni! Belkî hûn xapandibin.
Mirovê zanînê ne tenê divê hij ji dijminê xwe bike, her wiha divê çavreşiyê bavêje dostên xwe.
Mirov ku tim bimîne şagirt deynê xwe ne xweş wê bide mamosteyê xwe. Û çima hûn naxwazin li talana qewzegula min bixin?

Hûn min rûmetdar dikin: lê ku rojekê hûn ji rûmetê bikevin? Xwe ji ber bidin alî da ku nekevin bin bîrdariyekê!

Hûn dibêjin, hûn ji Zerdeşt bawer dikin? Lê çi giringiya Zerdeşt heye! Hûn mûrîdên min in lê çi giringiya mûrîdan heye!

Hûn hê li xwe negeriyane; pêşî we ez dîtim! Wilo dikin hemû mirov; ji bo vê jî girîngiya hemû baweriyan ev qasî kêm e.

Niha şîreta min li we ew e ku hûn dev ji min biqerin û xwe bibînin; û tenê dema ku we hemûyan dev ji min qeriya ez ê li we vegerim.

Frîedrîch Nîetzsche, Pêşgotina Ecco Homo

Yorumlar

Bu blogdaki popüler yayınlar

Têgeha Marxîst a 'biyanîbûn'ê û biyanîbûna Kurdan a li Kurdî

Li her deverê derxistina zor û zehmetiyan